İstanbul Havalimanı, 6 Nisan'dan itibaren tam kapasite hizmet vermeye başlıyor.
taz.gazete, İstanbul Havalimanı'nı mercek altına aldığı dosyada bu projenin insanlar, çevre ve ekonomi üzerindeki etkilerini inceliyor.

Daha fazla okumak için:
taz.atavist.com/istanbul-havalimani

Rojnameger Nedîm Turfent ev çar sal in di girtîgehê de ye.

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!

Rojnameger Nedîm Turfent ku çar sal e di girtîgehê de ye bi boneya Cejna Zimanê Kurdî nivîsî û em vê nivîsê bi kurdî diweşînin.

NEDIM TÜRFENT, 2020-05-15

Dizanim hûn bêzar bûne ji nivîsen li ser vîrûsê. We neheq jî nabînim. Lewma ez ê jî behsa metirsiya Covid-19ê ya li girtîgehê nekim di van rojên min ên heps û tecrîtê de. Jixwe van rojan nivîsandin piçekî li min giran jî tê. Ji ber vê yekê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser mijara ziman rawestim. Analîzeke zimannasî ji min hêvî nekin. Heta devê min geriya ez ê binivîsim. Bi ser de jî ez vê nameyê bi zimanekî biyanî, bi tirkî dinivîsim.

Li Tirkiyê rê li ber perwerdeya kurdî hatiye girtin li gel ku ew zimanê dayikê yê bi milyonên kurdên li wî welatî ye. Ji aliyekî ve perwerdeya bi kurdî hatiye qedexekirin, ji aliyê din ve pêwendiyên Tirkiyê li gel zimanê kurdî têra xwe durûtî, tewşîtî û nakokiyan dihewîne. Kanaleke televizyonê ya dewletê heye ku bi awayek fermî weşanên kurdî lê berdewam e, lê belê “Welat“ yanî rojnameya tekane ku rojane weşanên kurdî dikir hatiye girtin. Tirimpêlên polîsan li bajarên kurdan anonsa “li malê bimînin“ bi kurdî dikin lê belê şaredariyên di destê qeyûman de tabelayên bikurdî tînin xwarê. Nexwe zimanê kurdî ji bo dewleta tirk azad e lê belê ji bo kurdan qedexe ye. Ravekirina vê durûtiyê ne hêsan e. Zar û zimanê kurdî hebûya wê bixwe bigota bê ka çi anîne serê wî.

Nimûneyek jî ew e ku xizmeta wergerê ya li Balafirgeha Stenbolê bi 36 ziman û bi 80 zaravayan tê pêşkêşkirin lê belê kurdî ne di nav wan de ye. Dîsan, kurdî ne yek ji wan 8 zimanan e ku Wezareta Tenduristiyê pê xizmetên xwe pêşkêş dike. Zimanê kurdî di parêznameyên li dadgehan de û di axaftinên li parlementoyê de hîn wekî “zimanekî nenas“ tê qeydkirin li girtenameyan. Ma gelo ev dijminatiya li hember ziman jixwe zirarê nagihîne “yekîtî û tevahiya welat“?

Mafê zimanê dayikê wekî mafekî hatiye ferz kirin li gorî Peymannameya Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî. Herwiha UNESCO ji sala 1953an vir ve pêşniyar dike zarok hîndekariya destpêkê bi zimanê xwe yî zikmakî bibînin. Lê îro di sala 2020an de hîn li Tirkiyê ne karûbarên gişkî ne perwerde bi zimanê dayikê nîne. Ji ber vê yekê, salên pêşî yên perwerdeyê ji bo şagirdên kurd li şûna fêrbûna mijaran bi fêrbûna zimanekî biyanî derbas dibe. Hema bêje rewşa “linguicide“ yanî kuştina zimanê ye. Heger xwedî lê neyê derketin û rê li ber neyê vekirin bo geşepêdana wî ya di nav jiyanê de tu pêşeroj namîne ji bo zimanekî ji bilî mirina wî.

Di warê parastina kurdî de berpirsyariya sereke dikeve ser milê me kurdan bixwe. Divê em hemû pêwendî û danûstandinên xwe bi zimanê xwe bikin. Wekî malbatên kurd, divê em zarokên xwe fêrî kurdî bikin û ragihandina hemû jiyanê li mal û li derve, li kolan û kuçeyan, li sûk û bazaran li ser kurdî ava bikin. Divê em dest bidin hev di têkoşîna xwe ya ji bo perwerde û xizmeta giştî. Bi vê boneyê Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê li we pîroz dikim. Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!

Wergera ji tirkî: Ayet Aram

NEDIM TÜRFENT, 2020-05-15
GERI
YAZAR HAKKINDA